Elîzabet Gewriya:Di kesayeta Hevrînê de em hemû jin di têkoşîna xwe de bi biryar in 2019-10-17 09:26:50   QAMIŞLO - Cîgira Meclîsa Tenfîzî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elîzabet Gewriya, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinên girîng kir û got: "Erdogan dixwaze Sûriyeyê dagir bike û dewleta xwe ya osmanî li ser xwîna mirovên bê sûc ava bike. Em ê heta dawiyê rûmeta gelê xwe biparêzin."   Di çarçoveya rewşa êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyeyê, Cîgira Meclîsa Tenfîzî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elîzabet Gewriya nirxandinên girîng kir û ji ajansa me re parve kir.      'Erdogan dewleta xwe ya osmanî li ser xwîna mirovê bê sûc ava dike'    Cîgira Meclisa Tenfîzî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elîzabet Gewriya wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Ev demeke êrîşên  dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me çêdibin. Êrîşên Erdogan di despêkê de sivîl hedef girtin bi awayekî hovane hemû netew ji xwe re kirin armanc. Erdogan dixwaze Sûriye dagir bike û dewleta xwe ya osmanî li ser xwîna mirovên bê sûc ava bike. Zihniyeta qetilkirin, qirkirin û koçberkirinê di nava tirkiyeyê de  heye. Bi sala ye ev dewlet mirovan di nava komkojiyan de derbas dike. Di sala 1915'an de tirkan komkojiyên mezin derheqê  Suryan û Ermenan de pêk anîn. Bi milyonan mirov koçber kirin. Gelek caran li Bakurê Kurdistanê Kurd ji qirkirinên mezin hatine derbaskirin. Em vê dîroka qirêj ji bîr nakin. Dewleta tirk xeteriya li ser tevahî mirovahiyê ye."    'Armanca me  avakirina jiyanek demokratîk e'   Di berdewamiya axaftina xwe de Elîzabet destnîşan kir ku li ser wekheviya netewan di nava nexşeya herêmê de ew pergalekê ava dikin û wiha gotina xwe domand: "Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû netewên xwe bi berxwedana xwe bawer in. Ji destpêka şoreşa Rojava ve projeya me tevahî netewan di nava  xwe de digire dest. Armanca me em jiyan û pergalek  demokratîk ji bo hemû netewan ava bikin, her kes bi ziman û çanda xwe tevlî bibe. Di oxira vê xeta demokratîk de, me bi hezaran cangorî dan, da ku em projeya netewa demokratîk pêk bînin û jiyaneke nû ji bo tevahî gelan biafirînin."   'Di kesayeta Hevrînê de em hemû jin di têkoşîna xwe de bi biryar in'   Elîzabetê da zanîn ku  vîn û hêza jina azad li hember kiryarên hovane û destdirêjiya ku li ser nirxên jinê tên kirin, disekine û wiha domand: "Jina siyasetmedar Hevrîn Xelef pêşenga azadî û rûmetê bû. Di nava hemû xebatên xwe de banga yekîtiya jinên Sûriyeyê dikir da ku aşîtiyeke mayinde li tevahî welat pêk were. Hevrînê bi rengekî hovana hat qetilkirin. Dijminên ku Hevrîn kuştin nikaribûn li hember hêza jinê bibin xwedî bersiv ji bo wê jî bi van kiryarên qirêj wiha destdirêjiyê li jinan dikin. Di kesayeta Hevrînê  de em hemû jin di têkoşîna xwe de bi israr in."   'Hevpeymana di navbera rêjîmê û QSD'ê de gaveke girîng e'    Elîzabet di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku hevpeymana di navbera QSD û rêjîmê de gavek girîng e û wiha domand: "Ji despêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve, xwesteka me diyalog bû. Lê mixabin rêjîma Sûriyeyê dixwest me vegerîne gavên destpêkê û deriyê diyalogan bigire.  Dixwest careke din desthilatdariya xwe li ser gel bide meşandin. Niha jî dema ev hevpeyman di navbera QSD'ê û rêjîmê de hat çêkirin gaveke girîng e ji bo çareserkirin pirsgirêkên din yên aloziya Sûriyeyê. Armanca me ji destpêkê ve parastina azadî û mafên hemû gelan e."     'Em ê dagirkeriya tirkiyeyê  têk bibin'   Elîzabet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Sûriyeyê dirûşma wê berxwedan e. Hedefa me aştî û aramiya tevahî gelan e. Em dev ji doza xwe bernadin. Em ê heta dawiyê rûmeta gelê xwe biparêzin û hemû planên dagirkerina axa Sûriyeyê têk bibin."