Li Rihayê rewşa awarte bû parçeyeke jiyanê 2019-10-17 13:38:03   RIHA - Pîştî êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Riha jî vegeriya qada leşkerî. Li ser rêyan tang, ambulans û hêzên çekdar hatin bicih kirin. Dîsa gelek nokteyên lêgerînê hatin avakirin.    Di 9'ê Cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, arteşa tirk êrîşek da destpêkirin. Piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, Riha ku wekî qada pişt a şer e, bûye qada eskerî. Li ser rêyên Riha û navçeyên wê, sevkiyata tank, obus, maşîneyên zirxî, lojistik û ya eskerî didome û her diçe zêde dibe. Ambulansên ji bajarên derve anîn Rihayê bê navber birîndar û cenazeyan dibin û tînin.    Destûr nadin kesên biyanî bikevin taxên Serêkaniyê    Cihê herî zêde şer bi dijwarî lê didome, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Navçeya Serêkaniyê bûye wekî bajarê xerabe û wêran. Navçeya Serêkaniyê li welatiyên sivîlan hat girtin. Kesên derve diçin Serêkaniyê di kontrola akreditasyon û qeydên Kutukê re derbas dibin. Zeviyên Cotmeha TîGEM'ê bûye qada hêzêm paramîlîter ên "Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO)". Komên "MSO" bi hêsanî li kolanên navçeya Serêkaniyê digerin. Komên "MSO" di navçeya Serêkaniyê re derbasî binxetê dibin û êrîş dikin.    Ketin û derketina navçeya Serêkaniyê di bin kontrola eskeriyê de ye. Destûr nadin ku kesên biyanî têkevin taxên nêzî navçeyê. Sewqîyata eskerî ya navçeyê didome. Dîwarên li ser sînor ên di roja ewil de rakirin, ji nûve datînin.    Li Kaniya Xezalan rewşa awarte hat avakirin    Yek ji navendên şer jî navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ku herî zêde ereb lê dijîn e. Li navçeyê rewşa awarte hatiye avakirin û ketin û derketin di kontrola eskeran de pêk tê. Nokteyên lêgerînê bi kîlometreyan dûrî navçeyê hatine avakirin. Hemû kesên diçin Navçeya Kaniya Xezalan di lêgerinê re derbas dibin. Li navçeya Kaniya Xezalan ku li hemberî herêma Girê Spî ye endamên "MSO" li wir tûra davêjin. Sewqîyata eskerî didome.    Li Wêranşarê tevgera ambûlansa pir zêde ye   Li navçeya Wêranşarê ku 50 kîlometre dûrî sînor e jî, tevgera ambulansan pir zêde ye. Ambulans bê navber ji navçeya Serêkaniyê cenaze û birîndaran tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê. Hêjmarek pir zêde ambuland ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê anîn li baxçeyê Mala Mamosteyan a Wêranşarê dane dawestandin û birîndaran dibin û tînin. Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ji sivîlan re hatiye girtin. Polîsên hêzên çevîk li pêş beşa lezgîn nobetê digirin."    Sewqiyata eskerî ya navçeya Serêkaniyê bê navber didome. Di nava rojê de 10 otobusên mezin endamên "MSO" ji derve anîn û birin Serêkaniyê. Dîsa cerdevanên gundên Wêranşar û Sîweregê kom dikin û wan dibin eniya şer.    Li Bîrecîkê tevgera leşkerî zêde ye    Li navçeya Bîrecikê jî rewşek awarte hatiye avakirin. Li vir jî liv û tevgera eskerî pir zêde ye. 12 gundên ser sînor ê Bîrecîkê bi temamî hatin valakirin . Gundê Aşme û gundên din ên Kobanê e bê navber topbaran dikin. Hêzên QSD'ê jî li dijî topbaranan bersîv didin û li qereqolên TSK'ê dixin.   Rojnameger nikarin têkevin navçeya Pirsûsê   Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî tevgera polîs û eskeran pir zêde ye. Rojnamegerên akrediteya wan tune be nikarin têkevin navçeya Pirsûsê. Dîsa destûr nadin kes biçin gundên ser sînor. 29 gundên Pirsûsê yên li ser sînor bi gefên valakirinê re rû bi rû nen.    Navenda Rihayê jî bû navenda birîndar û cenazeyan    Navenda Rihayê jî bûye navenda birîndar û cenazeyan. Bê navber bi ambulansan birindaran tînin Nexweşxaneyên Mehmet Akif Înan û Nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Rihayê. Beşên nexweşxaneyan ên ji esker û tîmên taybet re hatin veqedandin destûr nadin kesên din biçin wir. Dîsa destûr nadin kes biçin beşa morgê jî. Ji roja ewil de tevgera ambulansan a çûn û hatina nexweşxaneyan pir zêde ye.