'Em ji têkoşîna zarokên xwe bawer in' 2019-10-17 13:39:08   QAMIŞLO - Dayika Tirkiya Şakir yek ji dayikên berxwedêr e ku kurê wê di berxwedana rûmetê de cihê xwe di nava şer de digire. Dayika Tirkiya li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava wiha got: " Em gelekî xwedî hêz û îrade ne. Em bi berxwedan û têkoşîna zarokên xwe yên şervan bawer in. Ez hêviyên serkeftinên ji kurê xwe û hevalên wî re dixwazim."   Dayika Tirkiya Şakir yek ji dayikên ku kurê wê Şahîn jî di nava berxwedana rûmetê de cihê xwe digire ye. Tirkiya Şakir derbarê berxwedana rûmetê de wiha axivî:"Kurê min  ji bo parastina rûmeta welatê xwe berê xwe da êniyên şer. Ez bi kurê xwe serbilind im. Em dev ji vê doza xwe ya mafdar bernadin."   'Kurê min  ji bo parastina rûmeta welatê xwe berê xwe da êniyên şer'   Dayika Tirkiya di despêkê de wiha qala kurê xwe Şahîn dike: "Kurê min Şahîn xwendevanekî kurd e. Li Qamişloyê xwend. Mala me di destpêkê de li Hesekê bû, paşê ji ber teqîn û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê em hatin li Qamişloyê bijîn. Şahîn 2 salan şerê DAIŞ'ê li Hesekê kir û paşê tevlî refê parastina hêza taybet bû. Ev 8 roj in kurê min cihê xwe di nava berxwedana rûmetê de li Serêkaniyê cih digire. Kurê min  ji bo parastina rûmeta ax û welatê xwe berê xwe da êniyên şer."    'Pilanên îxanetê nagihêjin armancên xwe'   Dayika Tirkiya di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser hovîtiya êrîşan û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk li ser axa me, êrîşên dagirkerî û zilim û zoriyê ne. Erdogan êrîşî hêviyên gelan dike û hemû dewlet bi hovîtiya wî re şirîk in. Dewleta tirk terorîstên dunyayê hemû li ser me civandin, da ku şerê me bikin û aramiya welatê me têk bibin. Lê em di wê baweriyê de ne ku pilanên îxanetê nagihêjin armancên xwe. Em gelekî xwedî hêz û îrade ne bi berxwedan û têkoşîna zarokên xwe yên şervan bawer in. Ez hêviyên serkeftinê ji kurê xwe û hevalên wî re dixwazim."   'Ez bi qehremaniya kurê xwe serfiraz im'   Dayika Tirkiya hestên xwe bi berxwedana kurê xwe ji me re parve dike û wiha dibêjê: "Dema min dîmenên kurê xwe li ser televizyonê didîtin ku di nava şer de ye. Hestên min pir xweş dibûn û moralê min jî bilind dibû. Ez bi  qehremaniya kurê xwe serfiraz im. Ev rastiya Gelê Kurd ê qehreman e.  Ji ber zarokên me diçin şer dikin em xemgîn nabin. Em xemgîn dibin li ser êş û dagirkeriya welatê xwe. Lê em bawer in ku wê serkeftin a me be."   'Yekîtî bersiva herî xurt a li dijî dagirkeriyê ye'   Tirkiya bal kişand ser helwestên rêjîma Sûriyê li beramberî dagirkirina axa sûriyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rêjîma Sûriyeyê rojekê helwesta xwe li hember vê dagirkeriyê nîşan nedaye. Tevî ku kurdan ji bilî herêmên xwe, gelek bajar ji xaka Sûriyê mîna Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrezor rizgar kirin. Heta niha tu alîkarî jî ji bo şervanan pêşkeş nekir. Ger ku îro tirkiye bikeve Bakurê Sûriyeyê, wê xaka Sûriyeyê bi tevahî bikeve bin destên Tirkiyeyê û careke din hikmê xwe yê osmanî li ser dewleta Sûriyeyê ferz bike. Ev êrîş ne ji bo Kurdan tenê ye li ser tevahî gelê Sûriyeyê ye. Divê gelên Sûriyeyê bi hemû netewên xwe ji hovîtiya dewleta tirk werin parastin. Yekîtî bersiva herî xurt a li dijî dagirkeriyê ye. "   'Kurdan dinya ji DAIŞ'ê xelas kirin û Erdogan careke din wan zindî kir'   Dayika Tirkiya wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Em xwediyê maf in û xwediyê vê axê ne. Welatê me tê dagirkirin. Em mirovên terorîst baş nas dikin. Kurdan dinya ji DAIŞ'ê xelas kirin û Erdogan careke din wan zindî dike. Erdogan topên xwe li ber zindanên DAIŞ'ê dixe, da ku DAIŞ'î ji zindanê birevin û dinyayê bi wan tehdîd dike."