Li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê êrîş hat şermezarkirin 2019-10-17 14:02:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naber didomin. Li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê jî bi çalakiyan êrîş hat şermezar kirin û gotin: "Êrîşên li hemberî sivîlan tê kirin sûcê şer e û hêzên koalîsyonê bi rengekî xemsar nêzî mijarê dibin."   Di 9'ê Cotmehê de arteşa tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Di nav raya giştî de êrîş hat şermezarkirin û çalakî hat li darxistin. Çalakiyên şermezarkirinê li Rûsya, Belarûs û Ukranyayê hatin lidarxistin.    Komek ji ciwanan li ber Serkonsolosxaneya Tirk a li paytexta Belarûs Mîskê li hev kom bûn û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku komkujiyên li dijî sivîlan tê kirin sûcê şer e û hêzên koalîsyonê yên bi rengekî xemsar nêzî mijarê dibin hatin rexnekirin.   'Bila êrîş bên rawestandin'   Li paytexta Ûkrayna Kîevê Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya Tirk li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de ku medya xwecihî jî bi baldarî şopand, destwerdana wezîfedarên konsolosxaneyê ya li çalakiya beriya niha bi tundî hate şermezarkirin.   Kurdên li navçeya Dergaçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê jî êrîşa tirk bi çalakiyekê şermezar kirin. Çalakgeran bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku li dijî zilmê dakevin qadan û gotin, "Ev şer ne tenê li qada şer e. Şer şerê li dijî hebûna Kurdan e, şerê man û nemanê ye."   Li navçeya Azîngeyê jî Meclîsa Gel çalakiyek pêk anî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.  Di çalakiyê de hate xwestin ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin tavilê bên rawestandin.