Heyeta HDP'ê li Mêrdînê bi jinan re hat gel hev 2019-10-17 14:10:41   MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li Nisêbînê bi jinên ji şer bi bandor bûn re hatin gel hev û serdana malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û ya birîndaran kirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de komeke jin çûn navçeya Nisêbînê ya Mêrîdîn ku ku ji şer bi bandor bûye.    Koma çû Nisêbînê li Taxa Kişla bi jinan re hat gel hev .Jinên ku heyet bi xweşbînî pêşwazî kirin li ser rewşa navçeyê bi heyetê re sohbet kirin. Heyet piştre çû serdana kesên di encama lêdana hawanê de birîndar bûn.    Parlamenterên ku çûn esnaf jî ziyaret kirin, ji malbatên kesên di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan re jî sersaxî xwestin.