Li Edeneyê jinan bertek nîşanî êrîşan dan 2019-10-17 14:47:45   EDENE - Êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hêla rêxistinên jinan ên Edeneyê ve hat şermezarkirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê û Dayikên Aştiyê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li avahiya partiyê daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari piştgirî da daxuyaniya jinan. Endama Meclîsa Jinan a Edeneyê Şukran Efeturk li ser navê jinan daxuyanî da û got: “Yên ku felaketên şer nizanîn, wê aştiyê jî ne zanîbiin.”    Şukran, bal kişand ser koçberên Sûriyeyê û wiha axivî: “Turkiye koçberên Sûriyeyê dike mijara bazarê. Vê jî li dijî Ewropayê weke fersendekê bi kar tîne. A rast di hedefa Tirkiyeyê de jinên li Rojava ji bo mafên xwe li ber xwe dan hene. Mîna hişmendiya DAIŞ’ê, tekane armanca wan kolekirina jinane. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava di hedefê deye.”   Şukran, bertek nîşanî êrîşan da û got: “Pirsgirêka kurd encex bi demokrasî û aştiyê çareser bibe. Israra di şer de wê vê pirsgirêkê girantir bike. Li dijî hebûna kurd, vîn û siyaset gelê kurd derketin, ne polîtîkayên çareserkirinê ne.”