Êrîş li sîvîlên çûn Serêkaniyê hat kirin 2019-10-17 15:22:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tir êrîşî sivîlên herêma Cizîrê ku gihîştibûn Serêkaniyê da ku sivîlan rizgar bikin, kirin. Şênî neçar man ku vegerin da ku komkujî derheqê wan de pêk neyê.   Piştî ku kerwanê sivîlan gihîşt bajarê Serêkaniyê da ku sivîlan rizgar bike, artêşa tirk  gule li sivîlan reşandin û bi hawanan ew topbaran kirin, sivîl neçar man ku vegerin, da ku komkujî derheqê wan de pêk neyê.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser bang li raya giştî ya cîhanê kiribû ku bikevin nava tevgerê  û sivîlan ji nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê ku rastî êrîşên artêşa tirk tê, rizgar bikin.