TJA li Tuzlucayê bi jinan re hat gel hevdu 2019-10-17 16:45:43   ÎDIR - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dabû destpêkirin li Tozanê bi jinan re hat gel hevdu.   Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dabû destpêkirin di meha xwe ya sêyem de dewam kir.  Li Navçeya Tozanê ya Îdirê Aktivîstên TJA'yê û rêvebirên HDP'ê di çaroveya kampanyayê de bi jinan re hatin gel hevdu.    Di hevdîtinê de pêvajo û polîstîkayên derbarê jinan de hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan bername bi fikir û pêşniyaran bi dawî bû.