Meclîsa Kantona Şehbayê: Em ê bi îradeya gelê xwe bi ser kevin 2019-10-17 16:58:12   Ferîde Zade   ŞEHBA - Meclîsa Kantona Şehbayê ji bo pevojoya siyasî civînek li dar xist. Jinên ku tevlî vê civînê bûne axivîn û gotin: " Erdogan ne tenê Gelê Kurd armanc digire, di heman demê de hemû pêkhateyên li Bakur û Rohilatê Sûriyê dijîn wan jî hedef digire."   Meclîsa Kantona Şehbayê, ji bo danasîna rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn civînek li navenda navçeya Fafînê li dar xist. Bi tevlîbûna hemû endam û Rêveberiya Meclîsa Kantona Şehbayê civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Civîn ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Şehbayê Sozdar Şehba ve hat bi rêve birin. Jinên ku beşdarê civînê bûn nêrînên xwe parvekirin.   'Em ê şer bikin û li ber xwe bidin'   Rêveberiya Meclîsa navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê Henan Silêman axivî û got: "Em rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên, lê ev êrîş wê nehêle ku em bêdeng bimînin û bi hêsanî xwe teslîmî Erdogan bikin. Armanca Erdogan qirkirina pêkhateyên Sûriyêye. Weke jinên Şehbayê em her tim amadene ku bersivê bidin hemû cureyên êrîşên dagirkeriyê. Planên Erdogan me lawaz naxîne û em ê şer bikin û li berxwe bidin."   'Em ê her li ser piyan bin'   Cîgîra Hevseroka Meclîsa navçeya Ehezê ya Kantona Şehbayê Xezalê Elo axivî û wiha got: "Me civînek lidarxist, ji bo rewşa dawiyê binirxînin. Em xwediyê dozin ji bo netewa demokratîk kar dikin. Tirkiyê bi rêya êrîşên xwe DAIŞ'ê ji nû ve zindî dike. Hemû cîhan vê yekê dizane, lê ruxmê wê jî hemû bêdeng in. Erdogan ne tenê Gelê Kurd armanc digire, di heman demê de hemû pêkhateyên li Bakur û Rohilatê Sûriyê dijîn wan jî hedef digire. Em ê herdem li ser piyan bin heya em dagirkeriya dewleta tirk  têk bibin."   'Em ê bi vîna gel bi ser bikevin'   Endama Komîteya Aborî ya navçeya Ehrezê yê Kantona Şehbayê Lemiya Şêxo axivî û wiha got: "Em hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser projeya netewa demokratîk dijîn. Ji bo wê yekê hemû dewletên kapîtalîzm, projeya netewa demokratîk ji xwe re xeteriyek dibînin. Erdogan li ber çavê hemû cîhanê Efrîn dagirkir, gel neçarî koçberiyê bû û di heman demê de demografiya Efrînê guhert.  Îro jî tiştên ku li Efrînê tên jiyîn li Rojhilatê Firatê jî dixwazin bidin jiyîn, ger pêşiya van êrîşan nên girtin, wê pir sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Lê em weke gel nahêlin Erdogan xakê me dagirbike, em ê bi îradeya gelê xwe dê serbikevin."