Şeniyên Binarê Qendîlê êrîş şermezar kirin 2019-10-17 19:39:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û piştgiriya berxwedana rûmetê şêniyên Binarê Qendîlê meşek li dar xistin.   Piştî saetên nîvro li gundê Pirdeşal şêniyên gundên Binarê Qendîlê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de dirûşmên, “Rojava ne bi tenê ye, Bijî berxwedana Rojava, Bakur Başûr Rojhilat piştevanên Rojava ne” hatin berzkirin.