Ji ber êrîşan 810 dibistan hatin rawestandin 20 dibistan wêran bûn 2019-10-17 20:46:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kir ku di encama topbarana Tirkiyeyê de perwerdehî li 810 dibistanan hat rawestandin û 20 dibistan bi temamî wêran bûne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.   Desteya Perwerde û Fêrikrinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku artêşa tirk di 9 rojan de kirine hedef eşkere kir.   Desteya Perwerde û Fêrikrinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lezgîn û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî kir ku bi lez mudaxele bike û zextan li civaka navneteweyî bike ji bo êrîş rawestin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   "Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên  mezin derheqê sivîlan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin. Ev êrîşa hovane gihaşt tevahiya cihên giştî di nav de yên tenduristî û perwerdehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Di dema ku divê zarokên me li dibistanên xwe ban, niha ji ber êrîşan an şehîd in an jî birîndar in an jî koçber in. Artêşa tirk a dagirker bi zanabûn dibistan kirin hedef.   Bi rêya vê serjimariyê em ji raya giştî re hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku di 9 rojan de hatine hedefgirtin diyar dikin. 810 dibistan ji ber êrîşa artêşa tirk a dagirker ji xizmetê derketine. Ji ber wê prosesa perwerdehiyê rawestiya. Zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man û 5 hezar û 224 mamoste ji karê xwe qut bûn.   Herêma Cizîrê: Herêma Serêkaniyê û gundên derdorê   Hejmara dibistanên ku rawestîne 150 jê 20 bi temamî wêran bûne.   Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 17 hezar û 526.   Hezar û 409 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.   Herêma Til Temirê:   Hejmara dibistanên ku rawestiyane 120.   Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 7 hezar û 633.   849  mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.   Herêma Dirbêsiyê:   Hejmara dibistanên ku rawestîne 114.   983  mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.   Kantona Girê Spî û gundên wê:   Hejmara dibistanên ku rawestîne 426.   Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 51 hezar û 200.   Hezar û 983 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.   Her wiha koçber di 3 dibistanê li Qamişlo, 35 li Hesekê û 2 li Girkê Legê de bi cih bûne."   Wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em êrîşên dewleta tirk ên  li ser zarok û dibistanên me şermezar dikin. Em banga lezgîn û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî dikin ku bi lez mudaxale bikin û zextê li civaka navneteweyî bikin ji bo ku êrîşên li ser herêmên me rawestînin û rê li pêşiya azarên şêniyan ji ber êrîşan bigirin.”