Balafirên şer Girê Spî bombebaran kirin: 2 sivîl birîndar bûn 2019-10-17 20:55:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên artêşa tirk du caran gundê Bîr Hebeş ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.   Di encama bombebarana balafirên artêşa tirk ên li ser gundê Bîr Hebeş ê rojavayê Girê Spî de welatiyên bi navê Mihemed Îbrahîm (23) û Nermîn Mihemed Hesen (18) birîndar bûn.   Heyva Sor a Kurd birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.