'Pêwist e yekîtiya kurd ava bibe û dagirkerî têk biçe' 2019-10-18 09:01:37   HESEKÊ - Dayikên temenmezin girîngiya avakirina yekîtiya kurdan nirxandin. Dayikan gotin: "Êdî bes e dijmin me parçe dike, eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek."   Ji 9'ê Cotmehê ve dewleta tirk li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî û bejahî pêk tîne, di encamê de gelek jin û zarok her wiha rojnemevan jiyana xwe ji dest dan. Derbarê yekîtiya gelê Kurd de dayikên temenmezin nêrînên xwe anîn ziman.   'Dijmin em parçe kirine ka em bi hev re yekîtiya xwe ava bikin'   Dayika Fatma Xelîl Hesen a ku ji ber topbarana dewleta tirk a li Serêkaniyê neçarî derketinê bû wiha dibêje: "Bi hezarê salan dijmin em kirine parçe parçe. Sînor di navbera me de ava kirine da ku em negihêjin hev. Hewl didin ziman û nasmaeya me biguherînin û tune bikin. Li hember ewqas bûyerên derheqê kurdan de pêk tên, em banga avakirina Kongreyê KNK'ê dikin, da ku gelê kurd êdî bes qir bibe û em bikaribin azad û bi rûmet bijîn."   'Da ku Şengaleke din dubare nebe, em yekîtiya kurd ava bikin'   Xatûn Îso beriya 4 mehan ji Kobanê ji ber dewleta tirk mala wê hedef hat girtin, di encamê de hevserê wê jiyana xwe ji dest da, hat Serêkaniyê û îro ji ber topbaran dewleta tirk neçarî derketinê bû.  Xatûnê derbarê  girîngiya avakirina yekîtiya kurdan de ev yek anî ziman: "Bila Şengaleke din dubare nebe. Bila êdî jinên kurd bes li bazaran werin firotin. Em ne aşiqê xwînê ne em aştî û azadiyê dixwazin. Bila kurd bibin yek, ji hemû deman îro hewceye Gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Em yekîtiya xwe ava bikin û dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin û rê nedin tu dijminê din destê me ji hev derbixînin û me parçe bikin."