Jinên Tirkmen: Me soz daye şehîdan em dest ji axa xwe bernedin 2019-10-18 09:29:38   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Tirkmen ên li Şehbayê dijîn bilêv kirin ku êrîşên dewleta tirk li ser Rojava daxwaza tunekirina wekhevî û yekbûna gelane û wiha gotin: "Ji bo parastina ax û zarokên xwe em ê şer bikin. Em dev ji axa xwe bernadin."   Êrîşên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin û berdewam dikin. Çekên qedexe jî di navê de her diçe bi hemû hêza xwe van êrîşan berdewam dike. Di du rojên dawî de li Serêkaniyê çekên qedez bi kar aranîn û di encama van çekan de gelek zarok jî di navê de bedena gelek kesên birîndar şewitiye. Jinên Tirkmen ên li Kantona Şehbayê diyar kirin ku armanca êrîşên çeteyan bi pêşengiya Erdogan vegera Osmaniyan e û zindîkirina hucreyên DAIŞ’ê ye.     'Bi êrîşan dixwazin îradeya jina azad biçewsînin’   Ji Rêveberiya Yekîtiya jinên Şehbayê Rîhab Çebo ya bi xwe jî tirkmen e da zanîn ku ew weke jinên Tirkmen ên Şehbayê û hemû pêkhateyên Tirkmen van êrîşan qebûl nakin û wiha domand: "Em van êrîşan şermezar dikin. Bi riya van êrîşan Erdoxan welatiyan qetil dike û dixwaze îradeya jinên azad biçewsîne. Em  Erdogan û nêrîna wi ya dijminahiya jinan û gelan dike  şermezar dikin û em ê heta dawiyê li hember têbikoşin."   'Em parçekirina Sûriyê qebul nakin û destûra wê jî nadin'   Rîhab bal kişand ser vîna gelan a di nava Rêveberiya xweser de û wiha pêde çu: "Em û kurd yek in armanc, doz, jiyan û şehîdên me yek in. Ji bo parastina rûmeta xwe, em bi hev re şer dikin. Em tucarî parçekirina Sûriyê qebul nakin û destûrê vê yekê jî nadin. Em derfetê nadin kesên wek Erdogan têkevin nava jiyana me û parçe bikin. Tucarî bila nefikirin ku em ê dev ji ax û şehîdên xwe berdin. Hemu pêkhateyên Sûriyê wê tola şehîdên xwe hildin. Ji bo parastina ax û zarokên  xwe em ê şer bikin. Me soz daye şehîdên xwe û Serok Apo, em ê dev ji axa xwe bernedin."   'Erdogan vegera Osmaniyan û zindîkirina DAIŞ'ê dixwaze'   Jina bi navê Fatimê Husên jî helwesta xwe li hember dagirkeriyê anî ziman û got: "Em êrîşên Erdogan qebul nakin û şermezar dikin. Ji ber em wek pêkhateyên ereb, kurd, suriyan û aşur bi hezkirineke mezin li ser axê  bi hev re dijîn. Em tenê li hember êrîşan ne bibertekin, em ê şer jî bikin. Erdogan dixwaze vegere serdema Osmaniyan û DAIŞ'ê ji nû ve vejîne, lê wê têk biçe."   'Erdogan wê tucarî nebe xwediyê vê erdê'   Rêvebera desteya Aborî ya Şehbayê Menel Şêxo ya bi xwe Tirkmene jî ev nirxandin kir: "Sedema Erdogan ku Erdogan êrîşî Rojava dike, ji ber hemû pêkhateyên ser vê erdnîgariyê wekhev û bi vîna xwe ya azad dijîn e. Ev li xweşiya wan naçe,  Ew çî bikin, bi me nikarin, carekê me tama azadiyê girtiye, êdî ne gengaze em carekdin têkevin bin deshilatiya wan. Em ê li hember êrîşên Erdogan bisekinin, parastina xwe û zarokên xwe bikin. Bi hêzên QSD'ê re em jiyaneke ewle û xweş li gel hev bijîn, em naxwazin ewlebûn û xweşkbûna jiyana xwe winda bikin. QSD tenê ji hêzên kurd pêk nayê, gelên li ser vê erdnîgariyê  bi hemu pêkhateyên xwe tevlî QSD ‘ê bûne û şer dikin. Îrade û armanca me yek e û ev ax wê tucarî nebe ya Erdogan û ew ê nebe xwediyê vî erdî. Serketin ya me ye."