Qeyûm tayînî Şaredariya Gever û Nisêbînê hat kirin 2019-10-18 10:05:12   COLEMÊRG/MÊRDÎN - Piştî hevşaredarên navçeya Gever û Nisêbînê hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyên Gever û Nisêbînê hat kirin.    Piştî girtina hevşaredarên Gevera Colemêrgê û Nisêbîna Mêrdînê qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin.    Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari duh hatibûn girtin. Vê sibehê hat ragihandin ku qeyûm tayînî Şaredariya Geverê hatiye kirin.    Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 15'ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Nergîz û Kut duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hêncetên beşdariya kampanya "Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin" û îfadeyên şahidên nepen spartin hevşaredaran. Piştî girtina hevşaredaran vê sibehê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.