Li Enqerê mîtînga HDP’ê hat qedexekirin 2019-10-18 12:54:16   ENQERE - Mîtînga HDP’ê ya Enqereyê ku dê sibê bihata lidarxistin bi hinceta Qanûnên Meşên Xwepêşandan û Civînan hat qedexekirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê li Enqereyê mîtînga “Em Ji Bo Demokrasiyê Tên Gel Hev” li dar xista, lê Walîtiya Enqereyê mîtînga HDP’ê qedexe kir. Walîtiyê nivîs ji HDP’a Enqereyê re şand û bi hinceta Qanûnên Meşên Xwepêşandan û Civînan a jimara 2911’an li dar xistina mîtîngê guncav nedîtiye û mîtîng qedexe kir.