Artêşa tirk gundê Em- El Xêr ê Serêkaniyê topbaran dike 2019-10-18 13:09:27   HESEKÊ - Artêşa dewleta tirk tevî îlankirina agirbestê careke din Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê bi balafiran topbaran dike.   Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê ji aliyê dewleta tirk ve ji saetên sibehê de bi balafirên şer tên topbarankirin. Tevî ku duh agirbest ji aliyê Emerî ka û Tirkiyeyê ve hat îlankirin jî Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê bi balafiran topbaran dike. Di encamê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan 2 kes jî birîndar bûn.    Her wiha li gor çavkaniyên herêmê malên ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk  mal û milkên welatiyan ên li Serêkaniyê derbasî tirkiyeyê dikin.