Rêxistina Efûyê: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer kiriye 2019-10-18 13:12:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî daxuyaniyek da û diyar kir dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek "sûcên şer" kirin.   Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyek da û got: "Hêzên çekdar û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî sivîlan mînakeke ku mirov jê fedî bike nîşandan."   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di têkilî sûcên şer ''delîlên giran'' hene û di rapora têkilî sûcên şer de cih da şahidiya 17 kesan ku ji xebatkarên alîkariya lezgîn, tendiristiyê, ên ku hatine bêcihûwarkirin, nûçegihan û xebatkarên mirovî pêk tê û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Agahiyên di raporê de têkilî êrîşên bêyî ku cihêtiyê bike ya li ser jîgehan delîlên giran dide. Hevrîn Welef, ji hêla şervanên Ehrar El Şerqiye ve heta bi derveyî wesayitê hate derxistin, lê xistin û bi guleyan hate kuştin. Rapora nexweşxaneyê ya ku dane Rêxistina Efûyê jî li ser siyasetmedara jin a Kurd tespît dike ku di serê wê de şopa gelek guleyan hene, paq û rû û qoqê serê wê hatiye şikandin.''   Rêxistina Efûyê di daxuyaniyê de da zanîn ku: ''Heman rojê û li heman sektorê şervanên Ehrar El Şerqiye bi kêmanî 9 şervanên Kurd dîl girtin û kuştin. Wan komên çeteyan 2 sivîlên xebatkarên rêxistina tenduristiyê jî revandine û hê jî tu agahî ji wan nehatiye stendin."