Şêniyên Qamişloyê têkoşerên azadiyê oxir kirin 2019-10-18 13:36:04   QAMIŞLO / DÊRIK- Li Kantona Qamişloyê û li Dêrikê têkoşerên azadiyê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.    Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Îro bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê û Dêrikê pakrewanên xwe bi merasîmeke girseyî oxir kirin.   Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê du tekoşerên xwe ku di çeperên herî pêş de li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabûn bi merasimek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan, hatin definkirin. Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cenazeyên du tekoşerên xwe Baran Qamişlo û Dijwar Jemîl ku birayê sêyemîn di malbatekê de di oxira azadiyê de jiyana xwe ji destda bi merasîmekê girseyî hatin oxirkirin.   Piştî deqeyek rêzgiritna li ser navê Malbatên Şehîdan axavtin hat kirin, Di axaftinê de soza berdewamiya têkoşîn û xeta azadiyê hat nûêkirin.  Paşê navê têkoşerên azadiyê hat xwendin û li ser milan bi tililiyên dayikan hatin oxirkriin.   Li Dêrikê jî merasîm   Şêniyên bajarê Dêrikê yên girêdayî Kantona Qamişloyê têkoşerên xwe yên azadiyê ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Xebat oxir kirin. Navên pakrewanên  azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Şemsidîn Xane, Mazlum Dogan, Argeş Mordem, Sorxwîn Zagros, Emşa Nezfa, Rustem Jirki û Murad. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Heqî Botan, li ser navê Hêzên Leşkerî Mihyedîn Xêrîk  axivîn û wiha gotin: " Em xwîna van lehengan ya ku canê xwe ji bo gelê xwe feda kirin li erdê nahêlin û em ê şopdarê doza wan bin. Bi saya hêzên me û berxwedana gelê me, em ê bi ser bikevin û nehêlin ku dijmin têkeve axa me.     Piştî axavtinan yek bi yek navê cangoriyên azadiyê hatin xwendin û li ser milan bi tilîliyan spartin axê.