Dewleta tirk careke din karwanê sivîlan topbaran dike 2019-10-18 13:49:26   HESEKÊ - Şêniyên herêma Cizîrê ji bo biçin Serêkaniyê siharê bi rêketin da ku alikariyê bidin sivîlên birîndaran, arteşa tirk cardin bi topan êrîşî gelê Cizîrê kir.   Karwanên şêniyên herêma Cizîrê ji bo biçin Serêkaniyê siharê bi rêketin da ku alikariyê bidin sivîlan û koridorekî mirovahî ji bo birîndaran vekin. Artêşa tirk di van kêliyan de bi topbaran êrîşî kerwanên şêniyên herêma Cizîrê dike.    Gor agihiyên hatiye girtin rewşa karwanan başe.