Kampanyaya paqijiyê ya Şaredariya Sûrê didome 2019-10-18 15:45:43   AMED - Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji bo Sûrek hîn paqij û tenduristiya wê baş" ji aliyê Şaredariya Sûrê hatibû destpêkirin çanteyên paqijiyê ji bo welatiyan hat belavkirin.    Kampanyaya Şaredariya Sûrê ya ku bi dirûşma "Ji bo Sûrek hîn paqij û tenduristiya wê baş" hatibû destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya kampanayayê de Hevserokên Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir û endamên meclîsê welatî agahdar kirin û çenteyên ku amûrên paqijiyê tê de hebûn hat belavkirin.    Welatiyan eleqeyek mezin dan kampanyaya paqijiyê.