KCDK-E û TJK-E: Berxwedanê mezin bikin 2019-10-18 16:28:28   NAVENDA NÛÇEYAN - KCKD-E û TJK-E, bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk ku didomin û banga mezinkirina çalakiyan kirin.   Dîwana Hevserokatiya Tevgera Jinên Kurd a Ewroapa (TJK-E) û ya Kongreya Civaka Demokratîkk ya Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û  gotin: “ Em banga bi ruhê Yektîtiya Neteweyî û Piştevaniya Gerdûnî têkoşînê mezin bikin dikîn.” Di daxuyaniya hat xwendin de hat diyarkirin  ku her çendî bi berxwedan û zexta raya giştî ya cîhanê Artêşa Tirk ‘agirbest’ ragihandibe jî divê bawerî bê neyê anîn û wiha hat gotin: “Karneya dewleta tirk a qirker têra xwe xirab e. Li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên şer lê dijwar bû, êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî  wê dewam dikin.”   Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Li herêmên ku agirbest lê hatî ragihandin, nexweşxaneya ku sivîl lê dihatin dermankirin hewl hatin dayîn ku bi bomberdûmanê tine bikin. Erdogan dev ji êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê bernedaye. Ya niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Gelê Kurd didin ferzkirin teslîmbûn û qirkirine. Divê tavilê dewleta tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin. Divê hêzên navneteweyî guşarên xwe bidomînin. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên sûcên şer in, divê lezgîn li dijî dewleta tirk hiqûqa navneteweyî bê pêkanîn.   Divê em 19’ê Cotmehê di serî de li Koln û gelemperiya cîhanê li dijî dagirkeriyê sekna xwe ya bi biryardarî nîşan bidin. Em Berxwedana Rûmetê mezin bikin. Wê berxwedana me heta hêzên dagirker ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin dewam bike.