Li dijî êrîşan li Seyidsadiq û Germiyanê meş hat lidarxistin 2019-10-18 21:30:53   NAVENDA NÛÇEYAN -  Xelkê navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê û xelkê li Germiyanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin.   Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî meşê bûn. Her wiha li xelkê Germiyanê jî li dijî êrîşan daket qadan.    Li Seyidsadiqê bi dirûşmeya "Kurdistan xala me ye, Rojava dilê me ye", "Ji yekîtiya gelê Kurd re erê" û "Na ji komkujiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê re" meşek hat lidarxistin û êrîş hat şermezarkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û daxwazê ji Konseya Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê hat kirin ku bi erkên xwe yên mirovî û ehlaqî rabin û demildest êrîşên dewleta Tirk rawestînin.    Her wiha li ser navê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Rêhan Rojavayî axivî û diyar kir ku divê her kes piştgiriya berxwedana mezin a gelê Rojavayê Kurdistanê bike û gotB "Divê di vê demê de parlamentoya Herêma Kurdistanê rê nede dewleta Tirk li Kurdistanê tevger bike û baregehên dewleta Tirk derbixe."   Piştî meşê, kampanya komkirina alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bang hate kirin. Wê kampanya komkirina alîkariyê 10 rojan berdewam bike.   Hêrsa xelkê Germiyan a li dijî êrîşan kêm nabe   Îro jî bi hezaran xelkê navçeya Kelar a Germiyanê daketin daqan û piştgirî dan berxwedana rûmetê û her wiha banga derxistina leşkerên Tirk û boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin. Meş li ber Parka Leyla Qasim destpê kir û heta nava bazarê berdewam kir. Bi hezaran rewşenbîr, mele, aktîvîst, nûnerên partî û rêxistinan û welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên, "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava nakeve" û "Bijî, bijî, bijî berxwena ji bo mayîna Kurdistanê" berz kirin.