'Em bûne koçberên li ser axa xwe' 2019-10-19 09:01:08   Dicle Demhat    KOBANÊ - Jinên ku ji gundê Metînê yê girêdayî navçeya Çelebiyê, ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî bajarê Kobanê bûn gotin: "Zarokên me li eniyan şer dikin, ji ber şer giran bû me mala xwe berda em derketin. Çavê me lê ye hema kengê êrîş hinek sivik bibe em ê car din li mala xwe vegerin.”   Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê gelek sivîl di nav de zarok û jin jî hebûn hatin qetilkirin. Heta niha jî êrîş dewam dikin. Li xeta şer lê giran beşek ji welatiyan dev ji malê xwe berdan û berê xwe dan cihên cuda. Ji roja destpêkê ve yek ji deverên timî şer lê giran bûye jî devera Çelebiyê ye. Jinên Çelebiyê, ji ber êrîşên dewleta tirk berê xwe dan Kobanê. Jinên Çelebiyê nerazibûna xwe li hember êrîşan nîşan dan.    'Mafê tu kesî li ser axa me tune ye'   Cemîle Ahmed a ku bi heft zarokên xwe ve ji ber şerê giran ji mala xwe koçî Kobanê kiriye diyar kir ku cîranên wan hemû di nava şer de mane û wiha axivî: "Ev 8 roj e ji ber êrîşên dewlata tirk em ji gundê xwe koçber bûne. Ez xwediyê 7 zarokî me. Zarokê min bê şîr û xwarin mane. Em dixwazin vegerin malê xwe û zarokên me biçin dibistanên xwe. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Ev ne cara yekemîn e ev êrîş ser me tê kirin. Em vê yekê qebûl nakin, ev axa me ye welatê me ye, di nava welatê xwe de em koçber dibin. Me pir xwîn rijandiye, bila êdî ev xwîn bisekine. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dagirkirina axa xwe qebûl nakin. Ji bo vê axê min sê leheng dan, êdî bila bes xwîn birije. Bangawaziya me ji bo dewletên navneteweyî heye bila bes welatê me dagir bikin. Ev ax axa kurdan e, mafê dewlata tirk li ser vê axê nîne. Bila êdî ev şer bê sekinandin.”   'Saziyên mafê mirovan karê xwe nakin'   Jina bi navê Ayşe Elî jî wiha behsa êrîşên dewleta tirk kir: "Ev çend roj e em li ser axa xwe bûne koçber. Em di welatê xwe de koçber bûne. Ev yek zehmet e. Me careke din jî berê xwe dabû Bakurê Kurdistanê. Îro jî em ji gundê xwe koçî bajarên xwe dibin. Temenê min mezin e û ez astengdar im, zarokên min jî bi min re mijûl dibin û zehmetî dikişînin. Em ji gundê Metînê ne girê dayî navçeya Çelebiyê ye. Ji bo ku em axa xwe biparêzin zarokên min li dijî dagirkeriyê şer dikin û axa xwe bernadin. Em neçar man ku ji gundê xwe derkevin. Em derneketan dewleta tirk ew ê me bikuşta. Mafê mirovan karê xwe bi cih nayînin. Divê di raya giştiya navneteweyî de ev neyê qebûlkirin. Çawa tên êrîşî mal û milkê me dikin ji destê me derdixin? Niha zarokên min hemû li gund şer dikin, ji ber astengdar im derketim.”     'Em mafê xwe dixwazin'   Ayşe Mislim jî bêhelwesta dewletên navnetewî ya  li hemberî êrîşên ser wan tên kirin wiha got: "Zarokên me tên kuştin û tu kes dengê xwe nake. Çend rojan em di nava baxçeyan de man. Ev êrîş ne cara yekê ye li ser welatê me de tê. Welatê me aram bû, lê van êrîşan hişt ku tirs bê çêkirin. Em jî weke her kesî mafê xwe û zarokên xwe dixwazin.”