‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ 2019-10-19 09:14:33   STENBOL- Erdal Ozel ku nexweşê şîzofren û tansiyon, gurçik û şekir e, li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê girtiye. Xwişka Erdal, Kumru Akgun da zanîn ku birayê wê 14 sale girtiye û got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Nayên berdan jî bila dermankirina wan bê kirin.”   Li gorî rapora ÎHD’ê ya 6 mehên dawî li girtîgehan 458 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Erdal Ozel (40) e û 14 sale girtiye. Erdal li girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Tekîrdagê girtiye û di asta giran de şîzofren e û nexweşê şekir, tansiyon û gurçikan e. Xwişka wî Kumru Akgun bang kir ku divê girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan.   Kumru da zanîn ku birayê wê di 2006’an de hatiye binçavkirin, 4 meh şûnde hatiye berdan û wiha got: “Piştre dîsa hat girtin. Dadgeha wî 5 salan berdewam kir. 37 sal ceza danê. Ev 14 sale jî girtiye. Dema birayê min nû hat girtin, bêyî agahî bidin me sewqî girtîgeha Bayrampaşa kirin. Piştre şandin girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 ya Tekîrdagê. Niha jî li girtîgeha Hejmar a 2 a Tekîrdagê ye. Rewşa aboriya me ne baş e, ji ber vê em her tim nikarin biçin. Birayê min di hucreya yek kesî de dimîne. Nikare hewcedariyên xwe yên paqijiyê pêk bîne. Ji ber vê sewqî nexweşxaneya dewletê ya Tekîrdagê hat kirin. Li vir teşîsa şîzofrenê lê kirin. 6 sal berê jî hewl da întîxar bike.”   ‘Rewşa wî giran e’   Kumruyê daxuyakirin ku birayê wê di encama îşkenceyên jiyaye de nexweş ketiye û got: “Rewşa wî roj bi roj giran dibe. Tevî vê nayê dermankirin. Navberekê li Nexweşxaneya Sînîr û Ruh a Bakirkoyê razandin. Dema li wir bû em nas nedikirin. Ji min re digot dayê. Ez nas nekirim. Tevî birayê min krîza dil derbas kir, ew nebirin nexweşxaneyê. Birin ocaxa tenduristiyê. Bi kelepçeyê derman kirin. Nexweşê şekir e jî. Derziya wî ya divê mehê carekê lê bixin jî, lê nadin. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan an jî bên dermankirin. Ji bo me hemû Erdal in. Divê tabut ji girtîgehê dernekeve.”