Dîlan Dîrayet Taşdemîr: AKP di şer de li xilasiya xwe digere 2019-10-19 09:17:08   MÊRDÎN- Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Yek ji hincetên AKP’ê ya ji bo xwe li ser piyan bigire, şer û kaos e. Di fitrata van de dijberbûna demokrasî û wekheviyê heye. Ji ber vê jî dixwaze hewldana dagirkirinê jî li ser vî lingî bide rûniştin."   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, operasyona Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî nirxand. Dîlanê da zanîn ku ji her derê Tirkiye û cîhanê bertek li dijî operasyonan hatiye nîşandan û got yekane armanca êrîşan tunekirina destkeftiyên Kurdan e.   Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî bertekên hatine nîşandan, çapemeniya alîgirê AKP’ê hewl daye ku her tiştî berovajî bike. Li welat li dijî AKP-MHP’ê refleksek cidî derketiye holê. AKP’ê ji bo hemû kesên ji operasyonê re gotine ‘şer’ nêçîra pîrebokê daye destpêkirin. Kesên li dijî dagirkirinê bertek nîşan dan di bin zext û tehîdê de ne.Ligel vê bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin.”   ‘ AKP ketiye rewşa partiyeke sûcdar’   Dîlanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ev şer e, ev hewldana dagirkirinê ye. Her cureyê binpêkirinê ya li dijî sivîl û zarokan, sûc e. Lê niha bi hinceta pirsgirêka ewlehiyê dagirkirinê rewa dikin. Lê em pir baş dizanin ku esasa vê hewldanê ne ev e. Du sedemê destpêkirina operasyonê heye. Yek ji vê dijminahiya li hember Kurdan, ya duyem jî tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Her cihê ku desthilatdariyê destê xwe daye bi dizî talan û nelêrêtiyê hat bibîranîn. AKP ket rewşa partiyeke ku sûc dike.”   ‘AKP rizgariyê di şer de dibîne’   Dîlanê daxuyakirin ku AKP carek din rizgariya xwe di şer de dibîne û faşîzmê belav dike, hewl dide vê windabûna hêzê bi vî awayî kom bike. Dîlanê her wiha da zanîn ku AKP ji bo riya xwe vebike, êrîş tercîh kiriye û ev êrîş jî ji ber vê yekê bi rojane berdewam dikin. Dîlanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got sedema herî mezin a operasyonê ev e ku destkeftiyên di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin, tune bikin.