Li Serêkaniyê balafirên keşfê bê navber digerin 2019-10-19 10:45:49   HESEKÊ - Li Serêkaniyê balafirê keşfê bê navber digere û komên girêdayî dewleta tirk nexweşxaneyê ji aliyê ketina bajêr de girtine, nahêlin ku korîdora mirovahiyê vebe.    Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. 18 cotmehê de agirbest hat ragihandin. Tevî agirbestê jî dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê dike. Di van kêliyan de jî balafirê keşfê bê navber digere û komên girêdayî dewleta tirk nexweşxaneyê ji aliyê ketina bajêr ve girtine û nahêlin ku korîdora mirovahiyê vebe. Her ku diçe rewşa birîndaran xirab dibe.   Di heman demê de dewleta tirk şevê din heya siharê komên girêdayî xwe û çekên giran derbasî Serêkaniyê kir. Cih bi cih şer jî çêbûn.