Şengaliyan berxwedana rûmetê silav kirin 2019-10-19 11:18:47   ŞENGAL- Li navenda bajarê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û YCÊ  bi daxuyaniyekê berxwedana rûmetê hat silavkirin.    Li navenda bajarê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî  (YCÊ)  bi daxuyaniyekê berxwedana rûmetê hat silavkirin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Rîham Hesen ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Berxwedana dirokî ya Rojava li dijî dagirkeriyê didome. Tevî ku agirbest hatibû îlankirin jî,  dewleta tirk êrîşên xwe yên hovane berdewan dike. Piraniya dewletên navneteweyî bi daxuyaniyan dibêjin gerek ev êrîş bê sekinandin lê heya niha tu gavên piratîk neavêtine. Em kesên ku li dijî van êrîşan bêdeng dimînin şirîkê van êrîşan dibînin. Dema ku agirbest hat îlankirin dewleta tirk û çeteyên wê bi hemû hêza xwe êrîşî Nexweşxaneya Serê Kaniyê kirin. Li dijî vê dagirkeriyê tenê berxwedan wê me bigihîne serkeftinê. Em bangê li hemû cîhanê dike ku li hemberî faşîzmê bêdeng nemîne."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.