Jinan li dijî êrîşan li balafirgeha Berlînê çalakî pêk anîn 2019-10-19 11:43:52   NAVENDAN NÛÇEYAN - Jinên Kurd û Elman li paytexta Elmanya Berlînê li balafirgeha Tegel ji bo xwedî li Rojava derbikeve û êrîşên dewleta tirk şermezar bikin çalakî kirin.   Çalakiyên şermezarkirina êrîşên  dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Jinên Kurd û Elman bi hevpar li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek kirin û êrîşan dewleta tirk şermezar kirin.   Jin ketin beşa kargehên hewayî ya tirk a li Balafirgeha Tegelê û ji bo piştevaniya bi Rojava û êrîşên Tirkiyeyê dirûşim berz kirin.