Li dijî kesên hatin binçavkirin gefên êrîşa zayendî 2019-10-19 11:45:23   AMED - Do di saetên serê sibehê de di encama serdegirtina malan de polîsên tevgera taybet li çar kesan xistin û ew kirin bin çavan. Hat hînbûn ku kesên di bin çavan de rastî gefa êrîşa zayendî hatine.    Do di saetên serê sibehê de di encama serdegirtina malan de polîsên tevgera taybet li çar kesan xistin û ew kirin bin çavan. Endama MYK'a SKM'ê Satiye Ok, Endama SGDF'ê Hêlîn Yagmur Uci, Sedat Turlu û Osman Demir hatin binçavkirin.    Hat hînbûn ku kesên di bin çavan de rastî gefa "tecawizê" hatine. Her wiha hat hînbûn ku kesên di bin çavan de ne niha di greva birçîbûnê de ne.