Tevgera Kevana Zêrîn li dijî êrîşan meşek li dar xistin 2019-10-19 12:23:42   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn ya Herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina êrîşên arteşa tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê li ser rêya gundê Til Sosin a Şehbayê hat lidarxistin.    Bi armanca şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Kevana Zêrîn meşek bi tevlîbûna hemû endamên Çand û Hunerê, Rêxistina Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û wênexêziyên Herêma Efrînê bi wêneyên xwe tevlî meşê bûn. Meş ji rêya gundê Til Sosin heya qada Kampa Serdem berdewam kir. Di meşê de zarokan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Kevana Zêrîn, her wiha pankertên bi nivîsa "Bihêlin ku em zaroketiya xwe jiyan bikin", "Ji bilî serkeftinê tiştek din nîne", "Bijî berxwedaniya Serêkaniyê" û her wiha wêneyên ku xêz kirine û êşa xwe ji cîhanê re parve dikirin hildabûn.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Ocalan Bîlal ve hat xwendin. Di duxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên dewleta tirk a ku li ser Rojava, ne tenê leşgeran armanc digire, kesên sivîl, jin û zarokan hedef digire û qetil dike. Em vê şerî napejirînin û daxwaza rawastina wê dikin, wek zarokên Efrînê û tevî koçberiya me em ê bi huner, pênûs, çek û wêneyên xwe êşa xwe ji cihanê re parve bikin û li dijî dagirkeriyê serî hildin, em zarokên Rojava ne."   Meş bi diruşmeyên "Na ji dagirkeriyê re","Na ji hovîtiyê re" û "Na ji qetilkirina zarokan re" bi dawî bû.