Ji bo rewşa dawî civîn li Kobanê hat lidarxistin 2019-10-19 13:45:36   KOBANÊ - Ji bo rewşa dawî ya li herêmê tê qewimandin ji hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweser a demokratîk a kantona Kobanê re civîn hat lidarxistin.   Ji bo hayîdarbûna ji rewşa dawî, êrîşên dewleta tirk û komên wê li ser tevahiya sînorê Rojava, hevpeymana QSD’ê ya bi rejîmê re û bicîhbûna rejîmê li Kobanê û deverên dinê ji welatiyên Kobanê re civînek hat lidarxistin. Civînê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hemû endamên saziyên civakî yên rêveberiya xweser jî di navê de tevahiya welatiyên Kobanê bi yek derbê beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser navê Kongra Star a Kobanê Leyla Amed û li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê jî Elî Dîlok di derbarê rewşa dawî de gelê Kobanê agahdar kirin.   Di civînê de êrîşên dewleta tirk a li ser axa Rojava hatin nirxandin. Piştî nirxandin û agahiyên komisiyona rêveberiya xweser welatiyan jî nêrîn û çavdêriyên xwe li ser rewşa dawî anîn ziman.    Civîn bi dirûşma "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.