Gelê Helebê: Dê berxwedana gel bi ser bikeve 2019-10-19 14:39:40   HELEB -  Bi hezaran şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê herîkîn qadan.    Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê herîkîn qadan û nerazîbûn û bertekên xwe li dijî êrîşan nîşan dan. Meş ji jêrzemîna Yasîn dest pê kir heta kontrola Rejîmê dom kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê, Hevrîn Xelef û alên malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re", "Serkeftin ya me ye" û  "Qetîl Erdogan" hatin hildan.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Kongreya Star Şervîn Delîl axivî û wiha got: "Berxwedana ku îro li hember dagirkeriyê tê meşandin, gelek pîroz e. Em ê her dem bi hemû hêza xwe ve li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin û serkeftinê mîsoger bikin. Me li ser vê axê xwîn rijandiye, em hêsanî dev ji vê axa xwe bernadin. Em ê tola zarokên xwe hilgirin."    Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.