Xizmên windayan: Divê ev rewşa bêhîqûqî demildest bi dawî bibe 2019-10-19 15:40:02   AMED / ÊLIH - Çalakiyên Xizmên Windayan ên li Amed û Êlihê vê hefteyê jî pêk hat. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku sedema êrîşên li dijî welatiyên ku li bajarên rojava bi kurdî diaxivin zimanê tundiyê ye û hat gotin bi tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn û Geverê re vîna gel hatiye xespkirin.   Çalakiya xizmên windayan ku her hefte bi piştgiriya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dûrişmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Amedê tê lidarxistin, îro di hefteya 558'emîn de hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Serê Rêxistina CHP'ê ya Amedê Mehmet Sayin, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn û xizmên windayan tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Abdûllah Zeytûn di çalakiyê de axaftin kir û bal kişand ser êrîşên li dijî welatiyên ku li bajarên rojava bi kurdî diaxivin.    'Kesên ku tayînî şûna kesên hilbijartî hatine kirin vîna gel xesp kirine'   Zeytûn diyar kir ku welatiyên bi navê Şîrîn Tosûn û Ekrem Yaşli ji ber ku ji ziman, bawerî û gelên cûda bûne rastî êrîşê hatine û wiha got: "Şîrîn Tosûn, di encama êrîşa kesên ku bi zimanê tundiyê jehrî bûbûn û hêz girtibûn, jiyana xwe ji dest da. Sedema vê yekê feraseta siyasî ku tundî û pevçûnê di nav xwe de dihewîneye. Heke zimanê aştiyê serwer bûna dê qet bûyerên bi vî rengî pêk nehatina û wan mirovan jiyana xwe ji dest nedidan." Zeytûn tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê jî da û ev tişt anî ziman: "Biryara qeyûman biryareke bêhîqûqî ye û bi awayekî keyfî hatiye girtin. Kesên ku tayînî şûna kesên hilbijartî hatine kirin vîna gel xesp kirine. Divê ku ev rewşa bêhîqûqî demildest bi dawî bibe û hevşaredar vegerên ser peywira xwe."   Piştî daxuyaniya Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de ku piştî ku hatibûn binçavkirinê û qet agahî jê wan nehatibû girtin vegot.    Piştî axaftin û vegotina çîroka Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   Li Êlihê jî xizmên windaya di hefteya 464'emîn de li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê hatin gel hev û bi pêşengiya ÎHD'ê çalakiya xwe li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parastvanên mafên mirovan û xizmên windayan tevlî çalakiye bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û wêneyên windayan hatin rakirin. Ji rêveberên ÎHD'ê Gulbahar Kaya axivî û çîroka Ayhan Efeoglû ku di 6'ê Cotmeha 1992'an de piştî ku hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, vegot.