Meclîsa Dêrikê li dijî êrîşan daxuyanî da 2019-10-19 16:05:26   QAMIŞLO - Meclîsa Bajar a Dêrikê li dijî êrîşên binpêkirina agirbesta arteşa tirk daxuyaniyek dan û gotin: "Em van êrîşên dermirovî bi tundî şermezar dikin. Heta dawiyê em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."   Meclîsa Bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê li dijî binpêkirina agirbestê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve hatî îlankirin, daxuyaniyek dan. Bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên civaka sivîl û welatiyên bajêr ve daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclîsa bajar Sahib Usman ve hat xwedin.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di agirbestê de jî êrîşên arteşa tirk bi çekên giran berdewam dike û wiha hat gotin: "Ji 9’ê cotmehê heta vê kêliyê dewleta tirk û çete bi çekên giran êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di 17’ê Cotmehê de  ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê lihevkirin hate çêkirin, lê dewleta tirk agirbest binpêkiriye û êrîşên xwe bi hemû çekên giran û balefiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir kir. Em van êrîşên dermirovî bi tundî şermezar dikin. Heta dawiyê em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û li pişt şervanên xwe bin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.