Li Almanya xwepêşandan hat lidarxistin 2019-10-19 18:54:28   NAVENDAN NÛÇEYAN - Zêdetirî 30 hezar Kurdistanî û partiyên çep li Koln ya Almanyayê rabûn û di bin baranê de xwepêşandan ji bo Rojavayê Kurdistanê li dar xistin.   Bi armanca piştevaniya Rojava zêdetirî 30 hezar Kurdistanî û cara yekem tevahî partiyên çep  yê Almanya di bin baranê de  tevlî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de alên mezin ya Kurdistanê û YPJ/YPG'ê hatin hildan.    Di  xwepêşandanê de dirûşmên "Terorîst Erdogan" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.