Komîteya Tenduristiyê: Tevî 22 zarokan 235 sivîlî jiyana xwe ji dest dan 2019-10-19 19:41:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Tenduristiyê ya Rojava diyar kir ku, bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in dorpêçkirî ye û anî ziman ku hejmara birîndarên sivîl gihaşt 677 kesî û Tevî 22 zarokan 235 sivîlî jiyana xwe ji dest dane.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa û hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm kongreyek çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar xist, bîlançoya şehîd û birîndarên êrîşên artêşa tirk eşkere kir.   Ciwan Mistefa got: "Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên tenduristiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin hedef. Di encamê de ji xizmetê derketin."   Mistefa wiha domand: "Bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in di nav dorpêçê de ye. Bajar bi temamî hatiye dorpêçkirin. Bi dehan birîndar di nexweşxaneyê de û hejmarek mezin a şehîdan di bin enqazan de hene."   Ciwan di dawiya axaftina xwe de serjimariya birîndar û şehîdan eşkere kir û got: Hejmara birîndaran derdora 677, şehîdan 235 di nav de 22 zarok hene.   Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm got: "Em niha li ber kerastek mirovî rû bi rû mane. Zêdetirî 300 hezar kes ji bajarên ser sînor di nav malên xwe de ne. Di bajarê Hesekê de 42 dibistan hene tijî şênî ne."   Xalid Îbrahîm di dawiyê de got: "Ji dîroka 9'ê Cotmehê ve av li ser bajarê Hesekê qut bûye ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a bajarê Serêkaniyê kir hedef."