2'yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû 2019-10-19 20:01:00   MEXMÛR-2' yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê ya bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Rojava wê faşizmê têk biçe" bi beşdarbûna 600 delegeyan dest pê kiribû bi dawî bû.    2' yemîn Kongreya Tevgera Ciwanê Mexmûrê (TCM) ya bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Rojava wê faşizmê têk biçe" bi beşdarbûna 600 delegeyan dest pê kiribû bi dawî bû. Di saetên serê sibehê de rapora xebatên 2 salan hat xwendin û peyamên pîroz hatin xwendin. Saetên piştî nîvro rewşa siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.    Piştî wê rêzikname 35 kes wek endamên meclîsa hat hilbijartin. Kesên ku wek rêvebirî hatine hilbijartin ji bo dest bi erkên xwe bikin sond xwerin. Axaftina girtina kongreyê ji aliyê Hevseroka Meclîsa gel Filiz Budak ve hat kirin. Filizê got:" Di serî de ez vê kongireyê li Rêbertî hemû hevalên ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li hemberî faşizmê berxwe didin pîroz dikim. Hevalên hêja ji saetên serê sibihê de gelek niqaş çêbun encamên baş derket holê. Tevî hemû zehmetiyan ciwanên wargehê di gelek milan de dibe mînak. Wê ev pêvajoya ew qas giran ku ji bo gelê Kurd şerê man û nemanê tê dayin wê bi ruhê ciwanan serkefti derbas bibe.”   Kongre bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.