'30 birîndar hatin derxistin lê hîn jî di nexweşxaneyê de birîndar mane' 2019-10-20 08:46:08   HESEKÊ - Heyva Sor a Kurd ku berê xwe dabûn Serêkaniyê, 30 birîndar derxistin, lê hîn jî birîndar di Nexweşxaneya Roj de mane.   Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Serêkaniyê dikin, di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar çêbûn. Birîndarên ku di Nexweşxaneyê de mabûn, ji ber ku rê hatibû girtin û Dewleta Tirk û çete rê nedidan ku Korîdoreke mirovî vebibe. Duh bi şev Heyva Sor a Kurd piştî hewldanan, bi 25 Ambulansan berê xwe dan Serêkaniyê û 30 birîndar ji Nexweşxaneya Roj derxistin. Derbarê vê mijarê de Berpirsa Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê axivî.    'Dewleta Tirk sivîlan dikujin'   Cemîlayê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk li dijî sivîlan da û wiha got: "Dewleta Tirk li ber çavên hemû cîhanê jin û zarokê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil dike, lê mixabin tu kes naxwaze vê rastiyê bibîne. Dagirkeriya dewleta tirk eşkere sivîlan hedef digre, jin û zarokan qetil dike, ne li gorî ku di çapemeniyê de dide diyarkirin. Jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê balafir û topên dagirkeriya dewleta tirk tên qetilkirin."   '30 birîndar hatin derxistin'   Cemîlayê derbarê derxistina 30 birîndaran ji Nexweşxaneya Roj ev yek anî ziman: "Ev çend car em hewl didin ku xwe bighînin Nexweşxaneya Roj, lê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê her ambulansên me dikin hedef û endamên me yê heyva sor jî birîndar û şehîd kirin. Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê korîdoreke mirovî venedikirin ku em birîndar û şehîdan derxînin. Îro piştî hewldanên me dikarîbû xwe bighînin Nexweşxaneya Roj û 30 birîndaran xilas bikin."   'Li Nexweşxaneya Roj birîndar mane'   Cemîleyê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku pêwîste bi erka xwe ya exlaqî rabin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Duh me 30 birîndar derxistin, lê hîn jî birîndar di Nexweşxaneya Roj de mane, em hewl didin wan jî derxînin. Eger dagirkeriya dewleta tirk rêya me bigre îhtîmale ku birîndarên li wir şehîd bibin. Pêwîste NY zextê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe rawestînin."