ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-20 09:00:00   * Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan di têkîldarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir ku Tirkiye ber bi aloziyeke mezin ve diçe û got: "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat. Lê niha ev şoreş hedef tê girtin. Di şexsê Hevrîn Xelef deskeftiyên jinan hedef hat girtin." DÎMEN HEYE    *Berdevka Giştî ya Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn li ser  rewşa şerê herêmê û girtina dibistanan wiha got: "Tu sûcê zarokan di nava van şeran de nîne ku ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Divê aramîyek ji bo zarokan were çêkirin û vegerin dibistanên xwe."DÎMEN HEYE    *Rêvebera Komeleya Falun Dafa ya Tirkiyeyê Demet Gokoglu diyar kir ku ew dixwazin pêkanînên li hember bikarhênerên ‘Falun Dafa’ ya li Çînê hatiye qedexekirin, pêk hatine, li Tirkiyeyê ji zêdetir kesî re vebêjin û got: “Em dixwazin vebêjin ku fêdeya Falun Dafa çiqas ji mirovan re heye, çawa ahlaqekî mezin pêş dixe, vebêjin.”DÎMEN HEYE    *Li Zanîngeha Egeyê xwendekarek jin rastî tacîzê hatibû û piştî vê xwendekaran li ser çapemeniya civakî kampanyayek da destpêkirin. Der barê kampanyayê de xwendekarên jin bûn hedefa êrîşên zayendperest. Xwendekarên jin diyar kirin ku ev êrîş bi awayekî rêxistinkirî pêk hatine.DÎMEN HEYE    *Şaredariya Cizîrê diyar kir ku Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zîn bi awayekî dijhiqûqî hatiye astengkirin û ji bo lêçûna 100 hezar TL ya derket holê jî, bê dayîn jî nivîs ji Walîtî û qeymeqamtiya navçeyê re şand.