Qedexeya ‘dijhiqûqî’ şaredarî xist bin 100 hezar TL zirarê 2019-10-20 09:12:35   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê diyar kir ku Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zîn bi awayekî dijhiqûqî hatiye astengkirin û ji bo lêçûna 100 hezar TL ya derket holê jî, bê dayîn jî nivîs ji Walîtî û qeymeqamtiya navçeyê re şand.   Şaredariya Cizîr a Şirnexê wê di navbera 5-6’ê cotmehê de Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Mem û Zîn pêk bianiya, lê ji aliyê Walîtiyê ve bi hinceta ji bo çalakî û bernameyan 15 roj qedexe heye, asteng kiribû. Her wiha tevî ku hinek bername nediket çarçoveya qedexeya ku Walîtiyê îlankirin jî, hinek bernameyên li baxçe û parka şaredariyê wê pêk bihata jî hat qedexekirin.   Beriya biryara qedexeyê serlêdan hat kirin   Şaredariyê bi hinceta ku biryara qedexeyê li dijî qanûnê ye, ji bo 100 hezar TL yê ji bo mîhrîcanê hatiye xerckirin bê dayîn, nivîs ji Walî û Qeymeqamtiyê re şand. Di nivîsa ku hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig şand de, hat diyarkirin ku ji bo mîhrîcanê rojek beriya qedexeya walîtiyê nivîs ji yekîneyên amîriyên mulkî re şandine. Her wiha hat diyarkirin ku biryara Qeymeqamtiya navçeyê ya ku destûr nedida mîhrîcanê jî rojek beriya mîhrîcanê ji şaredariyê re hatiye ragihandin.   ‘Bername bi awayekî dijhiqûqî hat astengkirin’   Her wiha di nivîsê de hat destnîşankirin ku bernameyên ku li qadên aydê şaredariyê pêk dihatin û nediket çarçoveya qedexeya Walîtiyê jî hatine astengkirin û wiha hat gotin: “Di biryara Walîtiyê de tê gotin ku faaliyetên ku li sazî û lijneyên aydê wan pêk tên, dikare bên kirin. Lê bernameya me ya ku wê li parka saziya me pêk bihata jî bi awayekî dijhiqûqî hat betalkirin. Her wiha bernameya wê li baxçeyê şaredariyê pêk bihata jî hat qedexekirin. Ev helwesta Qeymeqamtiyê biryareke siyasî ye.”    'Zirara me neyê çareserkirin em ê dozê vebikin’   Di berdewamiya nivîsê de hat destnîşankirin ku biryara qedexeyê rojek beriya bernameyan hatiye dayîn û ev jî şaredarî xistiye zirarê û wiha dawî lê hat dayîn: “Ji ber pêkanîna qedexeyê saziya me ket bin zirarek cidî ya aborî. Li navçeyê bername hat venasîn, reklam û afîşên wê hatin daliqandin. Lê qisûr û bêberpirsyariya îdareyê heye. Di rewşa hatiye jiyîn de em neçarbûn ji bo tahsîla tazmînat û şopandina mafên hiqûqî serî li saziya we bidin. Daxwaza me ev e ku aboriya me bê radestkirin, di rewşeke dijberê vê de em ê li daraza îdarî dozê vebikin.”