Li Kosovayê jin li dijî êrîşan çalakî li dar xistin 2019-10-20 09:19:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengtiya jinan de li paytexta Kosova Prîştîneyê êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin, peyamên piştevaniya bi Rojava re hate dayîn.   Jinan li paytexta Kosova Prîştîne li qada Skanderbet bi dirûşma #RiseUp4Rojava erîşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di xwepêşandan ji aliyê Tora Jinan a Kosova (Rjetî î grave te Kosoves) ve hate organîzekirin, êrîşa arteşaTirk hat şermezarkirin.   Jinan di xwepêşandanê de bal kişand ser qetlîamên li herêmê û got: “Em ligel Gelê Kurd in, piştevaniya wan dikin.” Jinan banga bi lezgîn a dawîkirina êrîşên dewleta Tirk da.