Li tevahiya cîhanê êrîş bi çalakiyan hat şermezarkirin 2019-10-20 10:37:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalya, Elmanya, Qibris, Fînlandiya, Fransa, Swêde, Norweç, Yewnenistan û Danîmarkayê êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyên protestoyê de peyama “Cîhan deyndarê Kurdane. Dawî li lîstika qirêj a li Rojava tê kirin bînin” hat dayîn.    Li gelek welatên cîhanê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirine hatin lidarxistin. Di serî de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Danîmarka, Norweç, Swêd, Fînlandiya, Yewnanistan, Qibris, Ewûstralya û li her devera cîhanê Kurd û dostên xwe xwedî li berxwedana Rojava derketin û peyama "Em ê bi domdarî xwedî li Rojava derbikevin" dan û xwestin ku arteşa tirk êrîşên xwe bide rawestandin.   Li Îtalyayê dirûtiya Ewropayê hat şermezarkirin   Li bajarê Pîstoîa yê Îtalyayê dostên Kurd ên ji tevgera Partîzan (ANPÎ) li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan. Çalakgeran dewleta Tirk bi qîrîna dirûşman şermezar kirin. Nêzî 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran bang li welatên Ewropayê kirin ku dest ji dirûtiya xwe berdin û dest li rewşê werdin. Di çalakiyê de pankartek ku wêneyê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef jî lê hebû hate hildan.   Êrîş li Elmanyayê hat şermezarkirin   Kurdistanî û dostên wê ku li bajarên Hamburg, Frankfûrt, Kassel û Gîessen a Elmanyayê daketibûn qadan, êrîşên dewleta tirk protesto kirin. Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk bi meşekî ku bi tevlîbûna deh hezaran kesî pêk hat re hate protestokirin. Li bajarê Kassel jî meşa protestoyî ku ji aliyê baskên ciwanan yê Partiya Çepê (Die Linke) organîze kiribû li Scheidemannplatzê pêk hat. Li bajarê Gîessen a Elmanyayê û hawîrdora vê Kurdistanî û dostên wê dewleta Tirk şermezar kirin. Kurdistaniyên li pêşiya HBF Frankfûrtê hatin ba hev, heta Haûptwache meşiyan.    Li Qibris, Fînlandiya û Fransayê êrîş hat protestokirin    Li bajarê Pafos (Baf) ê Qibrisê bi meşekê ya ji navenda bajar heta qada Marînayê êrîşên dewlata Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkî hatin ba hev bi meşekê êrîş protesto kirin. Polîsan xwestin meşê asteng bike li ser vê alozî derket û 5 kes birîndar bûn. Li pêşiya Parlementoya Fînlandiyayê mîtîngek hate kirin. Li bajarê La Rochlle a Rojavayê Fransa Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîş protestokirin û peyama “Cîhan deyndarê Kurdane. Dawî li lîstika qirêj a li Rojava tê kirin bînin.”    Li Swêdê 'Ji bo Rojava rabe ser piyan'    Êrîşên dewleta Tirk û çeteyan a li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê li bajarên Luzern, Lugano, Bern û Zûrîha Swêdê hate protestokirin. Kurdistanî û nûnerên partî û rêxistinên wekî Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan, Ciwanên Keskan, Rêxistina Jinên Femînîst ên Swêdê û Aktîvîstên Rêxistinên Ciwanên Alternatîf ên Swêdê li Mûhlerplatzê hatin cem hev û meş û mîtîngek lidarxistin. Piştî axaftinan nêzî 2000 çalakvan bi pankarta ku li ser hatibû nivîsandin “Ji bo Rojava bikevin tevgerê” dest bi meşê kir. Li ser bangewaziya saziyên demokratî yên Kurdistanî û Tirkiyeyî û bi pêşengtiya ESU (Yekîtiya Sûruaniyan a Ewropa) li qada Rathausê çalakvan hatin gel hev û heta pêşiya konsolxaneya Tirk meşiyan. Li ser bangewaziya rêxistinên alternatîf yên Swêdê bi hezaran xwepêşander li Grosseschanze’yê kom bûn û bi pankarta “Ji bo Rojava dengê xwe bilind bike” dest bi meşê kirin. Li pêşiya Manor ku li navenda bajar e mîtîngek hate kirin. Di çalakiya ku Partiya Sosyalîst, Partiya Keskan, Rêxistinên Alternatî û Kurdistanî tevlî bibûn de axaftin hatin kirin. pêşkêşkirin.    Kurdistanî li Fransa û Hollandayê li ser piyan bûn   Li bajarê Floransa û Torîno yên Fransayê bi meş û çalakiyeke êrîşa arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li bajarê Floransa û Torîno yên Fransayê daketin qadan bi çalakî û meşekê dagirkerî û dewleta tirk  protesto kirin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniya bi Rojava re hate dayîn. Hate gotin ku divê Fransa li dijî dagirkeriyê gavên şênber bavêjin. Her wiha li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên arteşa Tirk meşeke li dar xistin. Bi deh hezaran kes tevlî meşa bi pêşengtiya Platforma Parastina Rojava ya Fransa bûn.    Li paytexta Hollanda Amsterdamê êrîşa arteşa tirk a li ser Rojava hate protestokirin. Meşa ji Parka Vandel destpê kir heta Mûseîm Plendeyê dom kir bi hezaran kes tevlî bûn. Di meşê de dirûşma ‘Kujer Erdogan’ hate qîkirin. Di mîtîna li qadê hate kirin de bang li hikûmeta Hollanda kir ku bikeve tevgerê.   Li Ewûsturya û Norwecê çalakî    Li paytexta Ewûstûrya Viyana û Grez weke gelek navendên din Kurdistanî daketin qadan û êrîşên arteşa tirk bi çalakiyên girseyî protesto kirin. Her wiha bang li hikûmetê hate kirin ku bi lezgîn dawî li bazirganiya xwe ya çekan a li gel Tirkiyeyê bîne. Li Sclossbergê pankart hatin hildan û bi meşaleyan meşek hat lidarxistin. Dîsa li bajarê Înnsbrûck a paytexta eyaleta Tîrol a Ewûstûryayê bi meşekê êrîşa arteşa tirk hat protestokirin. Meşa ji pêşiya Parlementoya Înnsbrûckê dest pê kir, heta pêşiya parlementoyê dom kir. Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku Ewropa li dijî êrîşan ne cidî û DYE jî durû ye.   Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Norwec ên li bajarê Trondheîm a peravê Norwecê hatin ba hev bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.