Polîsan ji berê sibehê ve avahiya HDP'ê dorpêç kirin 2019-10-20 11:18:08   AMED - Avahiya HDP'ê ya Amedê berê sibehê ji aliyê polîsan ve bi wesayitên zirxî hat dorpêçkirin.    Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ji serê sibehê zû ve ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Avahiya ku ji aliyê polsan bi wesayitên zirxî û yên binçavkirinê ji alyê polîsan ve hat dorpêçkriin ketin û derketina avhiyê jî hat qedexekirin. Herwiha malbatên ku bi îdaya zarokên wan hatine revandin tên li ber avahiyê nobetê digirin jî vê sibehê zûtir hatin ber avahiyê û dest bi çalakiyê kirin.