'Em ê canê xwe feda bikin, lê axa xwe nadin' 2019-10-21 09:03:37   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li gundê Babinês a Şehbayê bi cih bûne êrîşa dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi hêz û berxwedaniya xwe dagirkeriyê hilweşînin û faşizimê têk bibin."   Di 9’ê Cotmehê 2019’an de dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji destdan û birîndar bûn. Ligel agirbestê dewleta tirk êrîşên xwe didomîne. Bi taybet di van êrîşan de herî zêde jin û zarok dibin hedef û mexdûr. Têkîldarê êrîşên dewleta tirk de jinên Efrînê nêrînên xwe parvekirin.   'Dê êrîşan vala derbixînin'    Şîraz Yûsif li ser berxwedana Gelê Kurd rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me li Efrînê 58 rojan li hember top û tivingên dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe da, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş û dagirkerî dubare dibe. Em bang li hemû Gelê Kurd dikin da ku bibin yek û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk vala derbixînin. Em  şer naxwezin."    'Dewleta tirk kurdan ji qirkirinê re derbas dike'   Leman Bîlal destnişan kir ku herdem zarok û jin tên qetîlkirin û wiha domand: "Dewleta tirk a dagirker dema ku êrîşê me kurdan dike, yekem jin û zarokan armanc digire. Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê nasîn. Ji bo ku îradeya jin bişkînin hemû cure êrîşan li ser me pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker herdem kurdan ji qirkirinê re derbas dike.Tenê em dikarin bi yekbûyina xwe, xwediyê xwe derkevin."     'Em ê canê xwe feda bikin, lê axê xwe nadin'   Asiye Mustafa êrîş şermezar kir û wiha pêde çû: "Em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser Gelê Kurd şermezar dikin. Erdogan û çeteyên wê li Efrînê talan û wêran kirin, îro jî dixwazin tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha bikin, lê em nahêlin. Em ê canê xwe feda bikin, lê axê xwe nadin."   'Em bi hêza xwe dagirkeriya wan hilweşînin'   Leyle Muhemed qala berxwedaniya Gelê Kurd kir û wiha got: "Em gelê Efrînê nêzî salek û nîv li Şehbayê berxwedaniya xwe li dijî dagirkeriyê didomînin. Erdogan qatîla zaroka ye, bi navê parastina zarokan, wan qetîl dike û xeyalên wan didize. Em ê bi hêz û berxwedaniya xwe dagirkeriya wan bişkînin."