Emîna Omer: Jinên şoreşger li dijî dagirkeriyê civaka azad ava kirin 2019-10-21 09:09:08   QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîna Omer, êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Jin di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke bê hempa li hember terorê dan meşandin û ji bo azadiya civaka xwe  pêşeng û bê tirs bûn. Jinên şoreşê li hember terorê, civaka azad avakirin. Teror ji çirûska azadiyê ditirse."                              Di 9'ê cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê arteşa tirk êrîşek da destpekirin. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û gelek kesî jî jiyana xwe ji dest da. Bi daxwaza arteşa tirk agirbest agirbestek hat îlankirin û lê ligel agirbestê dîsa êrîşên xwe domand. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer li ser rewşa herêmê ji ajansa me re nirxandinan kir.    'Komkujiyeke mezin li herêmê pêk tê'   Emîna di despêka axaftina xwe de balkişand li ser rewşa şer li herêmê û wiha got: "Demeka dirêj bû dewleta tirk her tim gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn. Gefên dewleta tirk bûn êrîş, bi hemû teknîk û çekên xwe yên giran êrîşî herêmên me dike. Bi hinceta avakirina herêmên bi ewle hovîtiyeye mezin da meşandin. Em baş dizanin ku armancên tirkiyê ji êrîşên li ser herêmên me, ew e ku guhertineke demografî li herêmê çêbike. Dewleta tirk ya ku terora DAIŞ'ê di himbêza xwe de mezin kir, îro dîsa careke din bi rengekî din yê terorê herêmên me dagir dike. Şerê ku dibe hemû netewan di nava xwe de himbêz dike. Li ser vî esasî dewleta tikr dixwaze komkojiyeke mezin li herêmê çêbike."   'Di nava vî şerî de DAIŞ carek din zindî dibe'    Emîna destnîşan kir hevalbendiya çeteyên tirkiyê bi çeteyên DAIŞ'ê re heye û wiha domand:  "Ji destpêka derketina DAIŞ'ê Erdogan hevalbendiyê pêre dike. Di nava vî şerê herêmê de DAIŞ careke din ruhê rêxistina xwe zindî kir. Gelek çeteyên DAIŞ'ê ji zindan û kampan reviya ne, ev xeteriya heyî cîhanê tevahî digre dest. Çeteyên DAIŞ'ê dîsa tehdîdan li cîhanê dikin, ku wê vegerin zindî bibin. Yên herî istîfade ji vî şerî kirin çeteyên DAIŞ'ê bûn, şaneyên razayî ketina tevgerê de û bi vegera rêxistina xwe bawerin."    'Erdogan projeya Netewa Demokratîk naxwaze'   Emîna bal kişand li ser armancên dewleta tirk û wiha got:  "Em dikarin bêjin di nava qirkirina mirovahî de, armancên din yên dewleta tirk derdikevin pêş. Derbexistina li projeya netewa demokratîk yek ji armancên Erdogan yên esasî ye.  Civaka Sûrî di nava tehlûkeyên mezin de ye. Dewleta tirk li ser vîna gelê welatên din, xwe dide jiyankirin. Ji despêka kirîza Sûriyê ve Tirkiyê destê wê di kûrkirina aloziyê de heye û Sûriyeyê parçe dike. Her carekê parçeyekê dibe, di dagirkirina xwe de bi israr e û tu alî jî rê li ber na girin. Divê dewleta tirk bi tund were hesabkirin û êrîşên wê werin rawestandin. Agirbesta ku qala wê dikin, tu pîvanên agirbestê na pejirînê. Dewleta tirk a dagirker nahêlin ku rêxistinên mirovahî derbas bibin û sivîlan xelas bikin. Rewşa mirovahî di bajarê Serêkaniyê de pir dijwar e, sivîl tên qetilkirin û xwîna mirovan tê rijandin. Xeteriya êrîşên dewleta tirk berdewame."       'Em naxwazin ax bê parçekirin'    Emîna da zanîn ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca demokrasî û yekbûna axa Sûriyeyê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji destpêkê ve projeya me, projeke netewî û demokratîke. Kesên ku îro cih têde digirin, partî, hêzên siyasî û hemû pêkhateyên Sûriyê ne. Stratîciya Meclîsa Sûriya Demokratîk ew e ku em bêjin pirsgirêka Sûrî wê ne di rêya dewletên derve re çareser bibe, wê pirisgirêkên me di rêya diyaloga Sûrî-Sûrî de werin çareserkirin. Baweriya me ew e ku doza Sûriyeyê, wê bi destê gelê Sûriyeyê were çaresekirin. Dewletên ku Sûrî ji xwe re kirine qada şeran aramiya herêmê naxwazin. Ji bo berjewendiyên xwe pêkbînin, naxwazin çareserî pêk were. Em wekî gelê Sûriyê yekbûna axa Sûriyê dixwazin armancên me ne parçekirine. Em li dijî dagirkirina axa Sûriyê ne."    'Jinên şoreşê li hember terorê civaka azad ava kirin'    Emîna di dawiya axaftinên xwe de qala têkoşîna jinên şoreşê dike û wiha dibêjê: "Dema me bihîst ku hevala me Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê Sûriyeyê Siyasetmedar Hevrîn Xelef bi rengekî hovana hat qetilkirin, em pir bi bûyerê êşiyan. Rengê ku pê hat qetilkirin hovîtiyeke  şerim bû. Destdirêjiya li nirxên jin û destkeftyên wê bû. Jin di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke bê hempa li hember terorê dan meşandin û ji bo azadiya civaka xwe  pêşeng û bê tirs bûn. Jinên şoreşê li hember terorê civaka azad avakirin. Teror ji çirûska azadiyê ditirse."