‘Qeyûm mînaka herî şênber a dijhiqûqiyê ye’ 2019-10-21 09:21:36   STENBOL- Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce da zanîn ku hikûmet hewl dide krîzên tên jiyîn bi zext û şîdetê veşêre û wiha got: “Qeyûm mînakên herî şênber yên dijhiqûqiyê ne. Em ê teslîmî van pêkanînên ku hemû mafên mirovan û hiqûqa gerdunî binpê dikin, nebin.”   Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê şûnde 3 heb jê şaredariyên bajarên mezin bi giştî ji bo 8 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji nûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û anî ziman ku hikûmet krîzên ku di polîtîka derve û hundir de dijî, hewl dide bi zext, şîdet û qedexeyan çareser bike.   ‘Roj roja têkoşînê ye’   Cananê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm mînakên herî şênber yên dijhiqûqiyê ne. Em ê teslîmî van pêkanînên ku hemû mafên mirovan û hiqûqa gerdunî binpê dikin, nebin.”   Cananê bi lêv kir ku bi polîtîkayên şer û qeyûman hewl tê dayîn ku gelên Tirkiyeyê bikin bin kontrolê û wiha dawî lê anî: “Ev desthilatdarî pêkanînên xwe yên li hember karker, kedkar, jin, xwezayê berdewam dike. Desthilatdarî ji bo sermaye û alîgirên xwe hemû tiştên derbarê jiyan û mirovahiyê de, hewl dide bi zexta polîsan bike bin kontrolê. Ya ku dikeve ser milê me rewşenbîr, şoreşgeran ev e ku divê em bi hev re têbikoşin. Roj roja têkoşîna bi hev re ye.”