Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê hatin binçavkirin 2019-10-21 09:23:17   AMED - Polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz, Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin.    Polîsan serê sibê bi ser malên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz de girtin. Polîsan piştî lêgerînê hevşaredar Selçuk û Keziban  di serdegirtina malê de binçav kirin.   Bismil    Polisan li navçeya Bismilê jî bi ser malên Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz de girtin û binçav kirin. Polîsan piştî li malên hevşaredaran lêgerîn kir, HevşaredarGulşen  û  Orhan  binçav kirin û birin midûriyeta polisan.    Karaz   Polîsan hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Nazlier binçav kirin.