'Em hene û li her deverê em ê hebin' 2019-10-21 10:27:27   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên ku beşdarî meşa Kongreya Star û Tevgera Ciwanan a Herêma Efrînê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne axivîn û gotin: "Ji bo domandina xeta berxwedanê em li her derê ne."   Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê herîkîn qadan û tevlî meşa Rêxistina Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ya bi dirûşma "Ji faşîzîm û dagikeriyê re na" bûn. Jinên ku tevlî vê meşê bûn bertek û nerazîbûna xwe parve kirin.    'Serkeftin a me ye'   Sultan Elî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin û em ê li hember van êrîşan her dem li ser piyan bin. Bi hezaran şêniyên me li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Baweriya me bi zarok û gelê me heye. Em tu dewletan ji xwe re hêz nabînin ji ber ku hêza me têra me dike û serkeftin a me ye."   'Dagirkeriya dewleta tirk êrîşî hemû pêkhateyan dike'   Fatma Mihemd behsa armanca êrîşên dewleta tirk dike û wiha domand: "Erdogan bi armanca dagikerina herêma me êrîşî me dike. Erdogan dixwaze xewa Osmaniyan ji nû ve zindî bike, ji bo wê êrîşî xaka me dike. Niha li vir em hemû pêkhate bi hev re dijîn. Erdogan jî ne tenê kurdan armanc digire, di heman demê de gelê ku li vir dijîn hemûyan armanc digire. Dema dagirkeirya tirk êrîş kir pêkhateyên cuda jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo wê yekê em ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bersiva herî bi tund bi sekna xwe bidin Erdogan û hevkarên wî."   'Derveyî berxwedanê rê ji bo me nîne'   Sariye Menana Hebaş bal kişand ser qetilkirina sivîlan û wiha pêde çû: "Erdogan bi êrîşên xwe yê hovane gelê sivîl armanc digire. Di nav van sivîlan de jî zarokan armanc digire, çi sûcê wan zarokan hebû ku Erdogan bi topan êrîşî wan kir. Bi çekên qedexikirî li ser gel dişuxilîne. Ev sûcekî mezin e. Dê Erdogan hesabê vî sûcî bide. Gelê me yê Serêkaniyê koçber kir dest danîn ser mal û mulkên wan . Em wek gel bi berxwedana xwe dijîn. Em îro jî dibêjin derveyî berxwedanê rê ji bo me nîne."   'Em hene û li her deverê em ê hebin'   Sewsan Xelîl jî helwestên xwe wiha anî ziman: "Em îro li ser piyan in ew jî helwest û neqebûlkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk nîşan dide. Em weke Gelê kurd dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li ser piyan bin. Em dagikeriyê û teslîmkariyê tu carî qebûl nekin. Em axa pîroz ji dijmin re nahêlînin."   'Ji bo domandina xeta berxwedanê û têkoşînê em her hene'   Her wiha Wîdad Xelîl Muhemed diyar kir ku ew piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û tu carî gel bi tenê nahêlin û wiha got:"Êrîşên Erdogan ên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û Efrînê şermezar dikim. Mal û mikên me talan dikin û tu kes dengê xwe nakin. Em xwedî maf in. Em aşîtyê dixwazin em şer naxwazin. Em ê bersiva dijmin bidin. Em li her deverê hene ji bo domandina xeta berxwedanê û tekoşînê.”