Şêniyên Qamişloyê konvoya Emerikan dan ber keviran 2019-10-21 10:58:46   QAMIŞO - Şêniyên Qamişloyê di van kêliyan de konvoya Emerîkan ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin dan ber keviran.    Piştî destpêkirina êrîşên dewleta tirk hêzên Emerîka xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişandin. Di van kêliyan de dema konvoya Emerîka derbas dibû, şêniyên Qamişloyê wan dan ber keviran.